SIFREYA WELÊT - Çortî
Li Mûşê xwarina çortiyê xwarineke parastî ya erdnîgarî ye ku xwarineke girîng ya xwarinên zivistanê ye.
Muş
ÎBRAHÎM YALDIZ/OZKAN BÎLGÎN - Li Mûşê xwarina çortiyê xwarineke parastî ya erdnîgarî ye ku xwarineke girîng ya xwarinên zivistanê ye.
Çortî ji hêla xelkê deverê va ji ber taybetmendiyên wê yên xidadar û xurtkirina parastina laş tê xwarin.
Di çarçoveya "Projeya Xwarinên Welatî" da ku ji hêla Ajansa Anadoluyê va bi beşdariya Şaredariya Karatayê ji bo danasîna tehmên Tirkiyeyê hatiye amadekirin, amadekirina şorbeya çortiyê ya Mûşê ya ku ji hêla erdnîgarî ve parastî ye, hat ravekirin.

Ev xwarina kevneşopî ku li herêmê wekî "çortî" tê zanîn, bi tirşîna keleman û goştê berxan tê amadekirin û bi taybetî di şîvê û rojên sar yên zivistanê da populer e.
Tirşîna keleman ku li bajêr tê çandin û çêkirin, tehma bêhempa li xwarinê zêde dike.
Ev xwarin ku bi tirşîna keleman bi taybetmendiyên xwe yên xurtkirina parastina laş û xurekî tê zanîn, wekî celebeke "şifayê" ji nexweşan ra jî tê pêşkêşkirin.

