Keçeliyê Berdevkê Karên Derva der barê rewşa welatiyên li welatên bûne hedefê êrîşan in da daxuyanî da
"(Êrîşa Amerîka-Îsraîlê ya dijî Îranê) Rewşa welatiyên me yên li welatên li herêma me yên ku bûne hedefa êrîşan ji nêz va tê şopandin û tevdîrên hewce tên hildan"
Istanbul
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî diyar kir ku rewşa welatiyên me yên li welatên li herêma me yên ku bûne hedefa êrîşan ji nêz va tê şopandin û destnîşan kir ku girîng e ku welatî bila daxuyaniyên nûnertiyên dîplomatîk ên welatên ku lê ne bişopînin.
Berdevk Keçelî ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ya Xê ya navenda wê Amerîka ye der barê rewşa welatiyên Tirk ên li welatên bûne hedefê êrîşan in da daxuyanî da.
Keçelî got ku "Rewşa welatiyên me yên li welatên li herêma me yên ku bûne hedefa êrîşan ji nêz va tê şopandin û tevdîrên hewce tên hildan."
Keçelî da zanîn ku xetên rewşa acîl a nûnertiyên derva yên Tirkiyeyê û Navenda Bangewaziyê ya Konsolosxaneyê li gor esasa 7 roj û 24 saet xizmetê dide welatiyên xwe û diyar kir ku ji Iraq, Îran, Libnan, Îsraîl, Libnan, Erebistana Siûdî, Sûriye, Ûman û Urdinê veqetîna bi derfetên cuda heye û nûnertiyên li van welatan agahiyên hewce didin welatiyan.
Berdevk Keçelî got ku "Ji Bahreyn, Qeter, Kuweytê hê jî bi rêya rêheyawê derfet heye ku bigihêjin welatê me, ji Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî jî jib o welatê me kêm caran sefer hene.Ji bo ku welatiyên me yên li çar welatên behsa wan hat kirin bi rêya bejayê întiqalî Erebistana Siûdî û Ûmanê bikin ji bo lidarxistina seferên otobêsan xebat tên kirin. Welatiyên me dê pişt ra bikarin bi rêhewayê vegerin Tirkiyeyê. Destpêkirina seferên otobêsan girêdayî îzna meqamên herêmî ye."
Keçelî da zanîn ku şert û merc demkî diguherin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê girîng e ku welatî bila daxuyaniyên nûnertiyên dîplomatîk ên welatên ku lê ne bişopînin.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Huseyîn Kermanpursê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 926 kes hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
