Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em ê Sûriyeyiyan nedin dest û hembêza kujeran

Filiz Kınık Öz, Sefa Mutlu  | 09.05.2022 - Rojanekırın : 10.05.2022
Serokomar Erdogan: Em ê Sûriyeyiyan nedin dest û hembêza kujeran

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, hilberîna sanayiyê û îxracat her meh rekoran dişkêne, zêde dibe û wiha dewam kir, "Di dawiya sala 2021ê da 225 milyar dolar îxracat hat kirin, me ji bo îsal hedefên mezintir kifş kiribûn. Ji meha nîsanê pê va jî îxracata me ya 12 mehan ji 240 milyar dolarî derbas kir."

Serokomar Erdogan li Navenda Çanda Ataturk beşdarî Bernameya Salvegera Avakirinê ya 32yemîn a MUSÎADê û Merasima Xelatan a Hêza Tirkiyeyê ya MUSÎADê bû.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, îstixdam ji 30 milyonî derbas bû û wiha dewam kir:

"Hilberîna me ya sanayiyê û îxracata me her meh rekoran dişkêne û zêde dibe. Di dawiya sala 2021ê da 225 milyar dolar îxracat hat kirin, me ji bo îsal hedefên mezintir kifş kiribûn. Ji meha nîsanê pê va jî îxracata me ya 12 mehan ji 240 milyar dolarî derbas kir. Vejen ne tê da dema meriv îxracat û îdxalatê dide ber hev, rêjeya îxracatê ji sedî 100î derbas dike. 20 sal berê di 365 rojan da Tirkiyeyê tenê 36 milyon dolar îxracat dikir, lê îro ev reqam di 30-35 rojan da pêk tê. Di dawiya salê da hedefa me 250 milyar dolar e."

Erdogan li ser vegera Sûriyeyiyan sekinî û wiha xeberda:

"Em endamê çandeke herî baş dizane ku qabiliyeta muhacirtî û ensarê çi ne. Sûriyeyî bixwe kê gavê bixwazin dikarin vegerin welatê xwe, lê em tu carî bernadin wan. Deriyê me ji wan ra vekirî ye, em ê mazûvaniya xwe bidomînin. Em ê wan nevêjin dest û hembêza kujeran."

Erdogan li ser zêdebûna bihayê vejenê sekinî wiha got, "Em di ferqê da ne ku sanayîkarên me tengasiyê dikişînin. Me hemû derfetan seferber kiriye ku welatiyên me û kargehên me bikaribin bênavber û bi bihayê herî kêm va bigîhêjin vejenê."

Serokomar Erdogan pesnê kar û xebatên MUSÎADê da û wiha got, "Wekî ku li bakurê Sûriyeyê hat çêkirin, li wê derê çêkirina 600-650 malên brîket ji gavên baş ên ku we avêtine, yek e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.