Nihat Kavşut
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Civîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê dest pê kir.
Civîn li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê girtî di saet 10.55an da dest pê kir.
Piştî civînê bi mazûvaniya Serokomar Erdogan wê "Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê" ya li ser Sûriyeyê bê lidarxistin. Piştî xwarinê wê Erdogan, Rûhanî û Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.
- Herî dawîn Erdogan û Rûhanî li Stenbolê civiyabûn
Erdogan û Rûhanî herî dawîn 7ê adarê bi têlefonê axivîbûn. Serokomar Erdogan di çarçoveya Zîrweya Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî da 13ê kanûna 2017an da li Koşka Mabeynê ya Qesra Yildizê bi Rûhanî ra civiyabû.
Zîrweya sêalî ya li ser Sûriyeyê berê 22yê mijdara 2017an da bi beşdariya Erdogan, Rûhanî û Putîn li Soçiyê hatibû kirin.