Ji Serokomar Erdogan ra, T10Fa modela nû ya Toggê hat diyarîkirin

Istanbul
Ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra, T10Fa modela nû ya Toggê hat diyarîkirin.
Endamên Lijneya Rêveberiyê ya TOGGê li Ofîsa Xebatê ya li Dolmabahçeyê otomobîl radestî Serokomar Erdogan kirin.
Serokomar Erdogan bi modêla rengşîn a Toggê ku forsa Serokomariyê bi pilaqeya wê va hat kirin, ji bo ceribandinê ajot û derbarê otomobîlê da agahî da.
Piştî ajotina ceribandinê, otomobîl ji aliyê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatih Kacir û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TOGGê Fuat Tosyali va weke diyarî bo Serokomar Erdogan hat dayin.
Di merasima yekem a Togg T10Fyê da Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettin Duran jî amade bû.