Haydar Şahin
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
NEW YORK
Di bûyera çekdarî ya ku li navenda YouTubeya malpera parevekirina dîmenan a li San Brunoya bajarê Kalîfornîaya eyaleta Amerîkayê qewimî da kesek hat kuştin, 3 kes birîndar bûn.
Li gor xeberên di çapemeniya Amerîkayê da hatin weşandin, hat diyarkirin ku hin xebatkaran dengê guleyan bihîst û li ser vê avahiya nevendê terk kirin, hin xebatkaran jî di ofîsên xwe da barîqat danîn û firsend nedîtin ku derkevin derva.
Li gor dîmenên ku televizyonên Amerîkayê weşandin, bi sedan xebatkar ji avahiyê derdikevin, polês li serûguhên wan digerin û paşê jî derbasî herêma ewledar dibin.
Di daxuyaniya Googleya xwediyê YouTubeyê da hat destnîşankirin ku şirket bi rayedaran ra têkildar e û piştî ku agahiyên fermî werin sitandin û ew ê agahiyê bidin raya giştî.
- Rewşa 2 birîndaran giran e
Ed Barberîniyê Şefê Departmana Polêsan a San Brunoyê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku piştî ku ekîbên polêsan întiqalî herêmê kirin, li gor agahiyên ewil di bûyera çekdarî da kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Berberînî destnîşan kir ku kuştî jin e û li gor lêkolînên ewil dibe ku vê jinê gule berî xwe da be.
Di çapemeniya Amerîkayê da jî hat îdiakirin ku jina mir şikbara bûyerê ye.
Di daxuyaniya Nexweşxaneya San Francisco Generalê da hat destnîşankirin ku rewşa birîndarekî 36 salî giran e. Di daxuyaniyê da hat gotin ku rewşa birîndara 32 salî hê di asta xetereyê da ye. Hat ragihandin ku rewşa jinekê 27 salî ya birîndar rind e.
- Trump daxuyanî da
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku agahiyên der barê bûyerê da gihîştin dest û got, "Fikr û diayên me bi wan merivan ra ne ku di nav bûyerê da man."
Trump ji wezîfedarên tenduristiyê û polêsên li dewsa bûyerê ra sipas kir.
Navenda saziyê ya li San Brunoyê ji 4 avahiyan pêk tê û li vê derê bi qasî 2 hezar kes dixebitin.