Önder Beyter
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
WASHINGTON
Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Joseph Votel diyar kir ku der heqê mijara Sûriyeyê da ew bi Tirkiyeyê ra di nav diyalogeke germ da ne.
Orgeneral Votel ligel Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Têkoşîna Dijî DEAŞê û Serokê Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya Amerîkayê û Balyoz Mark Green di panela "Piştî DEAŞê Îstiqrara Iraq û Sûriyeyê" ku ji aliyê Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê va hat lidarxistin da axivî.
Votel bersiv da pirseke der heqê Minbic di serî da Tirkiye û Amerîka di warê pêşaniyên li Sûriyeyê da ji hev cuda dibin. Votel diyar kir ku kanalên peywendiyê yên ligel Tirkiyeyê baş û vekirî ne.
Votel bal kişand, ji ber ku gelek aktor lê fealiyetê dimeşînin, herêm pir tevlihev e û wiha dewam kir:
"Em bi Tirkiyeyê ra der heqê vê mijarê (Sûriye) da di nav diyalogê da ne. Li Sûriyeyê tiştekî girîng ê ku em hîn bûn ew ew ku li herêmê gelek aktor hene û ji ber hindê jî ji bo ku mirov bikaribe bi însanan ra biaxive divê mekanîzmayên mirov ên xeberdanê hebin. Divê mekanîzmayên mirov hebin da ku mitefiqên NATOyê neyên hemberî hev û fealiyetên ku mirov naxwaze bike, divê mirov bi kordînasyon û diyalogê çareser bike û rageşiyê hêsa bike."
- Ji bo YPG/PKKyê îfadeya "hevkarê me yê sereke"
Votel îdia kir ku operasyonên eskerî yên dijî DEAŞê serkeftî ne û bi kêmbûna gefa DEAŞê va li Sûriyeyê kêşeyên sereke careke din xwe dan der.
Votel diyar kir ku ji sedî 90î zêdetir xaka di destê DEAŞê da jê hat standin û wiha dewam kir, "Qadeke piçûk hê jî heye ku ew (DEAŞ) hebûna xwe lê dewam dikin. Divê em li van deran operasyonên xwe bidomînin."
Votel qala Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Tirkiyeyê li Efrînê li dijî rêxistina terorê YPG/PKKyê pêk anî, kir û îdia kir ku operasyona Efrînê bandor li ser operasyonên dijî DEAŞê yên li rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got, "Bandoreke vê (Operasyona Çiqlê Zeytûnê) li vê derê çêbû, hevkarê me yê sereke yê li qadê bertek nîşanî van rewşan da û ji ber ku bi rêbaza xwe tevlî vê yekê bû, operasyonên me giran bûn. Ev ji bo me tê çi wateyê? Divê em li wan rêyan bigerin da ku em zexta li ser DEAŞê zêde bikin, li qadê jî hin mekanîzmayan ava bikin da ku rageşî hêsa bibe."
- Ji McGurk daxuyaniya Minbicê
Nûnerê Taybet McGurk jî qala tansiyona di navbera Tirkiye û Amerîkayê ya ji ber hebûna YPG/PKKyê li Minbicê kir û diyar kir ku pêvajoya dîplomatîk dewam dike da ku rageşiya li ser Minbicê were çareserkirin.