Sümeyye Dilara Dinçer
05 Hezîran 2022•Rojanekirin: 06 Hezîran 2022
Li bajarê Philadelphiayê yê eyaleta Pensilvaniayê ya Amerîkayê di êrîşa biçek da 3 kes hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya polêsê herêmê, duh bi şev li South Street a ku ji ciyên qelebalix ên bajêr e, gule bi ser qelebalixiyê hatin reşandin.
Di êrşê da sê kes hatin kuştin, herî kêm 11 kes jî birînar bûn.
Hat ragihandin, polêsan ji bo midaxeleyê gule berdan êrîşkar û li ser vê yekê êrîşkar herdu çekên xwe hiştin û revî.