Ömer Koparan
04 Hezîran 2022•Rojanekirin: 05 Hezîran 2022
Artêşa Ûris li Qamişloya bakurê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye pergala parastina hewayî bi cî kir û firokeyên Ûris jî li der û dora Til Rifatê firînên keşfê dikin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên li navçeya Qamişloyê hilda eskerên Ûris li herêmê ji bo zêdekirina kontrolên xwe hewl didin.
Ji serê hefteyê vir va firokeyên eskerî yên Ûris ji ser Til Rifata di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye bênavber firînên keşfê dikin.
Hêzên Ûris nahêlin ku komên terorîst ên Îran piştgirê wan e li qada Til Rifatê pêşkevin û tesîra xwe zêde bikin.
Rayedarên Ûris di 30yê Gulanê da bi rêvebirên rejim û serkêşên YPG/PKKyê ra civîn kirin û nehiştin ku Îranî beşdar bibin.
Di heman rojê da hêzên Ûris nehiştin ku komên terorîst ên Îran piştgirên wan e û têkevin herêma Nubul Zehrayê.
Di 31ê Gulanê da komên Îran piştgirên wan bû xwestin ku têkevin herêma Balafirgeha Mînnagê lê ye û li ser vê hêzên Ûris ji bo destûr nedin hişyarî da rejim û rêxistina terorê.
Eskerên Ûris ji bo rewşên derasayî 3 kîlometre ji navenda Til Rifatê dûr ku wek texma Aşê Faysal tê zanîn bi cî bûne û di demeke nêz da hejmara eskerên Ûris ên li wê derê neguheriye.
- Rewşa balafirgeha Qamişloyê
Li navçeya Qamişloya ser Hesekê ku piraniya wê di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye balafirgeh di bin kontrola rejimê da ye û eskerên Ûris ên li wê derê zêde nînin.
Artêşa Ûris duh bi balafira eskerî ya kargoyê pergalên parastina hewayî yên dûr û nêz a Pantsir-S1ê bi cî kirin.
Ji hêla din va artêşa Ûris eskerên xwe yên li Eyn Îsa, Til Temir, Minbic, Eynel Ereb, Minbic û Qamişloyê zêde kir.
Li Lazqiyeya bajarê Sûriyeyê baregeha hewayî ya Rûsyayê û li bajarê Tartûsê jî baregeha behrê ya Rûsyayê heye.