Önder Beyter
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê li Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn geriya û fikarên xwe yên der heqê êrîşên li Dûmayê û Xûtaya Rojhilatê da anî ziman.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat wergirtin, Erdogan û Pûtîn di peywendiya li ser têlefonê da ligel peywendiyên dualî li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê rawestiyan.
Di axaftina ku Serokomar Erdogan fikarên xwe yên êrîşên dijî Dûma û Xûtaya Rojhilat da anî ziman da girîngiya wê yekê hat destnîşankirin, ji bo ku kuştina sivîlan were sekinandin û alîkariyên mirovî bigihîjin herêmê, pêwîstî bi xebateke hevbeş heye.
Herwiha hat ragihandin ku herdu serokan kêfxweşiya xwe ya ji ber civîna Konseya Hevkariya Pilebilind ku serê mehê li Enqere hat lidarxistin û encamên Zîrveya Sêalî ya li ser Sûriyeyê, anîn ziman.