Türkan Tosun
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
LONDRA
Wezîrê Karên Derva yê Îngîltereyê Borîs Johnson der barê êrîşa kîmyayî ya ku li Dûmayê hat kirin de bi hemtayê xwe yê Fransî re axivî.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva Johnson û Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan li ser telefonê der barê êrîşa kîmyayî ya ku rejima Esed li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilat a Sûriyeyê de axivîn.
Johnson got divê ji bo bûyerên li Dûmayê bilez lêkolînek bê kirin û bertekeke navneteweyî bê nîşandan.
Herdu wezîran gotin ji 2014an vir va rejima Esed herî kêm çar caran xaza bijahrî bi kar anîye û ev bi lêkolînên navnetweyî va jî hatine tespîtkirin û divê hesabê vê ji berpirsyaran bê pirsîn.
Wezîran bikaranîna çekên kîmyayî şermezar kirin.
Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) îro wê li New Yorkê bicive. Wezîran got ev civîn ji bo nîşandana berteka navneteweyî wê bibe gaveke pir gîrîng.
Li Dûmayê di êrîşa kîmyayî ya rejima Esed de 78 sivîl hatibûn kuştin.