Nihat Kavşut
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Civîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê qediya.
Civîna ku li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî dest pê kir di saet 11.55an da qediya.
Hevdîtina Erdogan û Rûhanî saetek kişand.
Di hevdîtinê da ji xeynî têkilî û pêwendiyên dualî mijarên herêmî û navneteweyî hatin gotûbêjkirin.
Bi mazûvaniya Serokomar Erdogan wê "Zîrweya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê" ya li ser Sûriyeyê bê lidarxistin û piştî xwarinê wê Erdogan, Rûhanî û Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.