Nihat Kavşut
04 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
ANKARA
Wezîrê YEyê Çelik: "Helwesta Awistiryayê ya dijî Tirkiyeyê ji mixalifbûnê bêhtir bûye neyartî."
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermuzakerevan Omer Çelik li Komîsyona Karên Derva ya Meclisê axivî.
Çelik di xeberdana xwe da ji bona gotinên Sebastian Kurzê Serokwezîrê Awistiryayê ku got divê muzakereyên namzediyê yên bi Tirkiyeyê ra bên sekinandin wiha axivî: "Helwesta Awistiryayê ya dijî Tirkiyeyê ji mixalifbûnê bêhtir bûye neyartî."
Omer Çelik destnîşan kir ku ji bona mijara serbestiyeta vizeyê bi Frans Timmermansê Alîkarê Serokê Yekemîn yê Komîsyona YEyê ra axiviye û wiha got: "Lijneyeke YEyê wê di nav vê mehê da bê Tirkiyeyê û fikrên YEyê pêşkêş bike."