Önder Beyter
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
WIYANA
Di hilbijartina giştî ya li Awistiryayê da Serokwezîr û Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat Christian Kern û Wezîrê Karên Derva û Entegrasyonê Sebastina Kurz li paytext Viyanayê dengê xwe dan.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat Kern ligel jina xwe Eveline Steinbergerê li avahiya şaredariyê ya li herêma 7emîn dengê xwe dan.
Kern piştî rayavêtinê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û wiha got, "Ez ji her kesî ra serkeftinê dixwazim, emê êvarê tevda encaman hîn bibin."
Serokê Giştî yê Partiya Gelê Awistiryayê Sebastina Kurz jî ligel hevala xwe Susanne Theirê li dibistaneke li herêma 12emîn dengê xwe dan.
Kurz di daxuyaniya xwe ya li vir da wiha got, "Ez hêvî dikim ku gelê Awistiryayê wê îro bi beşdariyeke bilind mafê xwe yê demokratîk biemilîne û ez hêvîdar im, encameke ku emê pê bikaribin guhertina welat bibin serî, derkeve."
Li Awistiryayê qedera 6,4 milyon dengdêr hene û herwiha sandoq wê li gorî dema herêmê di saet 17.00an (TSI 18.00) da bên girtin.