15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
TEHRAN
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Behram Qasimî daxuyand ku deriyên sînor ên navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) nehatin girtin.
Qasimî daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ÎSNA) û der heqê nûçeyên ku dibêjin deriyê sînor ê navbera wan û HKIyê hat girtin da wiha got: "Me berî niha jî daxuyandibû ku me li ser daxwaza rêvebiriya navendî ya Iraqê balafirgeha xwe ji HKIyê ra girt. Ji bilî vê bi qasî ku ez dizanim tu geşedanek çênebû."
Midûrê Deriyê Sînor ê Perwezxanê Elî Tewfîq daxuyandibû ku Îranê îro serê sibê deriyê sînor ê ku ji Silêmaniya bajarê Iraqê ra vedibe, girt.
Berdevkê Şêwra Bilind a Ewlehiya Neteweyî Keywan Xusrewî di 24ê îlonê da daxuyandibû ku balafirgeha Îranê ji HKIyê ra hat girtin. Saziya Vesazkirina Barkêşiya Rêbej û Rê ya Îranê jî di 30ê îlonê da daxuyandibû ku nefta ku ji HKIyê tê hat qedexekirin.
Ji aliyekî din va li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêma sînor hat hildan, Îranê deriyên xwe yên sînor negirtin, hin tişt hatin tengavkirin.
Di navbera Îran û HKIyê da deriyên sînor ên Perwîzxan, Başmak û Temerçînê hene.