Abdullah Tel
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê Tirkmenên bi îdiaya ku di hilbijartina giştî da hîle hatiye kirin, protesto dikirin dest bi greva birçîbûnê kirin.
Serokê Yekîtiya Telebe û Ciwanên Tirkmen ên Iraqê Murad Turkmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "50 ciwanên Tirkmen ên ku dixwazin bila rayên hilbijartina giştî ya li Iraqê tê da hîle hat kirin, bi destan bên jimartin, biryar dan ku dest bi greva birçûbûnê ya mirinê bikin."

Turkmen destnîşan kir ku armanca wan ew e hîle, dek û dolabên di hilbijartinê da hatine kirin derxin meydanê û mirazê kesên dixwazin îradeya Tirkmenan bidizin di çavê wan da bihêlin û wiha pê da çû: "Li Kerkûkê bi sedhezaran Tirkmen beşdarî hilbijartinê bûn lê digel vê encam li gor bendewariyên me derneketin. Ji bo ku ray bi destan bên jimartin em ji hikûmeta Navendî ya Bexdayê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistinên Navneteweyî li benda alîkarî û piştevaniyê ne."
Ebdullah Nasrullahê Kerkûkî jî got ku wan bi armanca ku Tirkmen li bajêr tune neyên hesibandin dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Ji çalakvanan Yasîr Şakî jî got: "Heke hewce bike emê li vê qada çalakiyê bimirin lê nehêlin ku îradeya gel bê dizîn."
Tirkmenên li bajarê Kerkûkê dijîn îdia dikin ku di hilbijartina giştî ya 12 gulanê da rayên wan li ser partiyên Kurdan hatine hesibandin û ji ber vê jî dest bi çalakiyan kiribûn.