15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2017
TEHRAN
Hat ragihandin ku hikûmeta Îranê Deriyê Sînor ê Perwezxanê ku ji her sê deriyên navbera Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û Îranê ye, girt.
Midûrê Deriyê Sînor ê Perwezxanê Elî Tewfîq daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û wiha got: "Îranê îro serê sibê deriyê sînor ê ku ji Silêmaniya bajarê Iraqê ra vedibe, girt.
Tewfîq diyar kir, ji ber ku deriyê sînor hat girtin, bazirganî û çûyîn û hatin sekinî.
Di navbera Îran û HKIyê da ji bo derbasbûna neft û berên bazirganiyê sê derî hene.