2017 ж. 02 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 03 қыркүйек
BRUKSEL
Derkete holê ku şebekeyeke PKKê ya li Belçîkayê hişbirê difiroşe nîvê Ewropayê û bi milyonan ewro pereyê ku qezenc dike jî ji rêxistina terorî ra dişîne.
Li gor Belgeya axansa xeberan a Belçîkayê di operasyonên ku li Awustirya û Belçîkayê hatin kirin da şebekeyeke hişbirê ya PKKê ya li Ewropayê hat belavkirin.
Hat tesbîtkirin ku şebekeya navenda wê Hasselta bajarê Herêma Flamanê ye hişbirê ji benderên li Anversa Belçikayê û Rotterdama Hollandayê ra tîne Ewropayê.
Endamên şebekeya hişbirê ji benderan hildidin û tînin di maleke li Hasseltê da dixin pakêtên 5 kîloyî û di wesayîtan da bi cî dikin, paşê jî hişbirê bi wesayîtan va dişînin Almanya, Awustirya, Belçîka, Fransa, Holanda û Swîsreyê.
- Avêtin ser malê
Di maleke ku di çarçoveya lêpirsînê da avêtin ser a li Hasseltê da 30 kîlo kokaîn, 12 kîlo û gelek hepên hişbira sentetîk, sîlah û 800 hezar ewro hatin girtin.
Li Awustiryayê 4 kesan bi tevahî 21,5 sal cezayê hepsê xwarin, der heqê şikbarê ku revî da jî biryara derdestkirinê hat dayîn.
Li Belçîkayê jî 10 kesên ku serokê şebekeyê jî tev e hatin binçavkirin.