Solamen di civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê Komelaya Çanda Tirkan a Awistiryayê ve li Navenda Çapemeniyê ya Concordiayê hat lidarxistin de axivî. Solamenê got ku êzdiyên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) malên xwe terikandin, di rewşeke dijwar de ne. Salomenê got ku bi sedan jin û zarok bi awayekî tî û birçî li ber xwe didin û xwest ku hemû dewlet arîkariya êzdiyan bikin.
Salomenê da zanîn bihîstin ku bi sedan jinên ku hatien revandin û tecawîzê wan kirine û hinek jji wan jî xwe kuştine, hene.
Salomenê destnîşan kir ku DÎŞI îslamê û misilmanan temsîl nake û diyar kir ku îslam dînî aştiyê ye û wiha axivî: "Tu pirsgirêka me bi misilmanan re tune. Misilmanan gelek arîkariya me kirin. Tirkiyeyê ji serî heta niha arîkariya êzdiyan kir. Em ji ber ku Tirkiyeyê deriyên xwe ji êzdiyan re vekir, spasiya Tirkiyeyê dikin."
Salomenê got ku "Êzdî di nav şert û mercên gelek dijwar de jiyana xwe berdewam dikin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em ji bo jin û zarokên xwe ji civaka navneteweyî arîkariyê dixwazin. Em li bendê ne ku hikûmeta Awistiryayê arîkariya daxwazên îlticayê bike. Jin û zarokên me ji destê DÎŞIyê xilas bikin. Welatên Ewropayê divê daxwaza îlticayê ya êzdiyan qebûl bikin."
Salomenê da zanîn ku di tevahiya Awistiryayê de bi qasî 700î êzdî dijîn.