Haydar Şahin
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ew ê di 16ê nîsanê da bi ziyareta fermî were Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, Stoltenberg ew ê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva û Nurettîn Canîkliyê Wezîrê Parastinê ra hevdîtinan bike.
Li bendê ne ku di temasên Sekreterê Giştî da li ser mijarên wekî têkiliyên Tirkiye-NATOyê, Operasyona Çiqlê Zeytûnê, têkoşîna dijî terorê, amadehiyên Lûtkeya Brukselê ya 2018an bisekinin.