Sevim Hatun
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Pîşesaz û Karsazan a Mustakîl (MUSÎAD), Serokê Komîsyona Peywendiyên Navneteweyî û Bazirganiya Derva Mehmet Zekî Guvercîn got: "Polîtîkayên aboriyê yên Tirkiyeyê ji bo pêşvebirina aboriya bi welatên cîran re ye. Îran welatê cîran e, ev yek jî derfeta peywendiya aborî çêdike."
Guvercînê hefteya borî li Xorasana Îranê hin ziyaretên fermî kirin, der barê ziyaretan de agahî da nûçegihanê AAyê.
Guvercîn wiha axivî: "Polîtîkayên aboriyê yên Tirkiyeyê ji bo pêşvebirina aboriya bi welatên cîran re ye. Îran welatê cîran e ev yek jî derfeta peywendiya aborî çêdike. Di vê mijarê de hewleke me ye, em cidî ne."
Guvercîn got ku di navbera Tirkiye û Îranê de pireyên dîrokî û çandî hene, ji ber meseleyên navxweyî peywendiya aboriyê ya navbera herdu welatên îslamê de negihîştiye asta ku em dixwazin.