Tirkiye

"Penêrê çîrekê" yê li Yuksekovayê tê hilberîn belgeya tescila işareta coxrafî sitand

Ulaş Güven  | 09.05.2022 - Rojanekırın : 12.05.2022
"Penêrê çîrekê" yê li Yuksekovayê tê hilberîn belgeya tescila işareta coxrafî sitand

Hakkari

"Penêrê çîrekê" yê ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê bi şîrê pez tê hilberîn, belgeya tescila işareta coxrafî sitand.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Yuksekovayê (TSO) ji bo penêrê çîrekê serî li Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk da.

Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk serîlêdan nirxand û ji bo berhema navborî belgeya tescila işareta coxrafî da.

Serokê TSOyê Abdurrahman Pinar diyar kir, ew hewl didin ku berhem û tamên herêmê bo Tirkiyeyê û dinyayê bidin nasandin.

Pinar diyar kir ku pêvajoya tescilkirina penêrê çîrekê temam bû û wiha got, "Ev penêr berhemeke pir girîng e. Cara ewil li herêma Hekariyê berhemeke me ye tescilkirî çêbû. Her wiha xebatên me yên ji bo hingiv, tirî û gûzê Şemdînliyê, hingiv, hêjîr û hinarê Daglicayê û sêva Çukurcayê didome."

Hilberînerê penêr Necip Baskin jî diyar kir ku TSOyê di sala 2019an da ji bo wergirtina belgeya işareta coxrafî serî lê da û wiha got:

"Em gelekî kêfxweş bûn ku berhem hat tescilkirin. Taybetiya herî girîng a vî penêrî ew e ku resen e ji bo herêma me. Tam û aromayeke wê ye cuda heye. Rêjeya xwêya wê pir kêm e. Piştî hin qonaxan mîna girikan tê vekirin û pehnkirin. Ew dixwazin vî penêrî hem li welêt û hem jî li dervayî welêt bidin danasîn û firotin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.