İzzet Taşkıran
24 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2022
ÎSTANBUL (AA) - Li Stenbolê ji ber berfa ku dibare hemû seferên Balafirgeha Stenbolê heta saet 18.00î dan sekinandin.
Berf li bajêr gur dibare û tesîrê li ser rabûn û danîna balafiran jî dike.
Di vê çarçoveyê da hat daxuyandin ku hemû seferên Balafirgeha Stenbolê heta 18.00î wê neyên kirin.
Yekeyên rayedar ên li balafirgehê wê di saet 16.00î da civînê bikin û seferan binirxînin.