28 Sibat 2016•Rojanekirin: 29 Sibat 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan berî çûna xwe ya Perava Acê li Balafirgeha Ataturk ji rojnamevanan ra axivî.
Erdogan der barê texliyebûna Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê wê yî Enqereyê Erdem Gul wiha axivî:
"Li gorî min azadiya bêsînor ji medyayê ra nabe. Li tu cihekî cîhanê azadiyeke bêsînor ji medayayê ra tuneye. Di van nûçeyan da, ji bo serokwezîr, ji bo serokomarê vî welatî digel vê wezîfeya xwe ya nuha, hemî cûre êrîş tên lidarxistin. Wate endamên çapemeniyê, wê bi niviskî û dîtbarî rabin êrîşî serokomar û serokwezîr bikin, wê bikevin nav leyistokên bêbextiyan û emê jî bêdeng bin? Tiştekî wisa qet ne mimkun e bibe."
- "Ezê ji biryarê ra bêdeng bim"
Serokomar Erdogan herwiha der barê texliyebûna Dundar û Erdem da got, "Dadgeha Makezagonê dibe ku biryareke wiha dabe. Ez bi tenê li hemberî biryara Dadgeha Makezagonê bê deng dimînim, evqas. Lê ez ne mecbûr im ku wê qebûl bikim, ez vêya bi eşkere bibêjim ez hurmetê nîşanî wê biryarê nadim û li gor wê jî tevnagerim. Çima? Lewra li holê tiştekî rast heye. Binihêrin ev biryara beraetê nîne. Ev biryara tehliyeyê ye. Bi rastî ew dadgeha ku der heqê wan de biryar da dikaribû di biryara xwe de li ber xwe bide. Heke wê di biryara xwe de li ber xwe bida ev serlêdana şexsî û yan jî biryara ku Dadgeha Makezagonê da wê beredayî derketa û yan jî ew kesên ku niha hatine tehliyekirin wê biçûna DMMEyê."
- "Me bi rêya çaksaziyên qanûnî rêya wan vekir"
Erdogan ragihand ku di maweya îqtidara AK Partiyê da ya 13-14 salane da, di warê fikr û hizrê da medya gihiştiye xala herî îdeal û got "Serdema me ne ew serdem e ku zîndan ji endamên çapemeniya hertim têne tijîkirin. Heger medyaya niviskî û dîtbarî di vê mijarê da dilsoz bin bila vekin li wan kunyeyan binerin. Ew serdemên ku bi sedan endamên çapemeniyê diavêtin zîndanan, serdemên beriya me ne. Gelo ew bi sedan mirovên ku beriya me avêtibûn zîndanê, ji ber kîjan sûcan hatibûn mehkûmkirin. Lê di serdema me da ew kes ji zîndanê hatine berdan. Me pêşiya wan vekir. Bi serrastkirina qanûnan me pêşiya wan vekir."
- "Ev tişt sîxurî ye"
Serokomar destnîşan kir ku wek şexsekî heta dawiyê terefdarê azadiya fikr û hizrê ye û got, "Lê di bin maskeya azadiya fikr û îfadeyê de, belê ez alîgirê wê yekê nînim ku êrîşî vî welatî û navê wî bê kirin. Lewra ev yek sîxurî ye."
- "Karbidestbûna komîsyonê ketiye zehmetiyê"
Serokomar Erdogan der barê xebatên makezagona nû da got, ""Heke referandumek çêbibe hewcedarî 330 rayan heye. Heke ev 330 ray pêk bên, wê demê mirov dikare di mijarekê de here referandumê. Niha ew partiyên siyasî yên ku hewl didin 330 rayan berhev bikin an wê der barê zagona nû de, an wê der barê sîstema serokariyê de, an jî zagoneke nû ya ku di tê de sîstema serokatiyê heye de referandumê bikin, biryara wê muteşebbîsên vê wê bidin. Em dibînîn ku ji bo vê sereke hikûmet hewl dide. Wê ji bo vê hewl jî bide. Lê ya ku em niha dibînin der barê xebatên zagona nû de an jî komîsyona mutabaqata zagonê de lihevkirin tune. Birêz Serokê Meclisa me cardin ji çar partiyên siyasî re nameyek şand. Ji vê nameyê çi encam wê derkeve em ê bibînin."
- "Ji gel jî ditirsin"
Serkomar anî ziman ku muhtemel e ku mijara makezagonê bi referandomê ji xelkê bêpirsîn û got, "Ev komîsyon bi kêr tê nayê ew ne girîng e. Partiya ku desthilatdarî di destê wê de ye jî dikare pêşniyaza xwe ya der barê makezagonê de amade bike, lewra di dema serokwezîriya min de hin amadehiyên ku kiribûn hebûn. Jixwe pêşniyaza me li ber haziriyê ye. Ev yek wê pêşkeşî parlementoyê bê kirin û palemento jî bi pêşnûmayekê wê fikra xwe ya di vê mijarê de nîşan bide. Heke ji wir 330 bê wê demê pirsgirêk namîne. Diçe kê derê diçe ber milet. Di vê mijarê de yê esil berpirsyar û yê ku biryarê bide kî ye? 'Hikûm bê şert û merc yê milet e.' Ew nabêjin em Atatirkçî ne? De hadê. Heke hûn Atatirkçî ne em herin pêş milet. Hikûm bê şert û merc yê milet e.' Emê ji miletê bipirsin ka milet çi dibêje, 'bimeşin' wê demê em bimeşin. Milet çi dibêje 'na' li ser ser û çavên me. Tiştê ku divê bê kirin ev e lê ew çi dikin ji milet jî ditirsin. Pirsgirêk jî ev e û ji ber vê jî vana zû bi zû nikarin biçin pêş milet."
-"Me gotiye ku em derfeteke wiha nadin ku korîdor çêbibe"
Erdogan der barê dabeşbûna Sûriyeyê bi ser 3 perçeyan da got, "Der barê vê mijarê de niha di nav dilê herkesî de ev qisawet heye. Ev di heman demê de bi me re jî heye. Çima? Lewra hin kes piştgiriyê didin wê korîdora ku PYD û YPG dixwaze li bakur saz bike. Em jî hûn jî kesên ku piştgiriyê didin vê yekê ji nêz ve dişopînin. Me wek Tirkiyeyê berê jî eşkere kir ku li bakurê Sûriyeyê ji bo avakirina korîdoreke wiha em nikarin destûrê bidin û ji bo rê li vê girtin jî ya ji destê me bê emê bikin, me ev yek gotibû. Lewra ew korîdoreke rêxistina terorîst a wiha ji bo me her tim bi pirsgirêk e û talûke ye. Me di hemû dosyayên xwe got ku ji bo tiştekî wiha em destûrê nadin. Bi taybetî jî me ev yek ji welatên koalîsyonê re got û emê bibêjin jî."