29 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê operasyona li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê dewam dike. Li ser îdiaya ku bi kamerayê herêma hêzên ewlehiyê tê şopandin, li malekê lêgerîn hat kirin. Di malê da Parlementerê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu jî hebû.
Li Îdilê ji bo girtina mensûbên PKKya rêxistina terorê, rakirina barîkat û tijekirina çalên ku tê da teqemenî hatine bicihkirin, ji bo gel ewlehiya can û mal, derketina derva hatibû qedexekirin. Piştî qedexeyê hêzên ewlehiyê "Operasyona Polêsê Harekata Taybet Cangorî Ersîn Yildirim" dest pê kiribû û didome.
Li ser îdiaya ku li Taxa Jêrê di malekê da bi kamerayê herêma ku hêzên ewlehiyê lê ne, tê şopandin. Polêsan li ser vê îdiayê di malê da lêgerîn kirin. Di malê da Parlementerê Şirnexê yê HDPê Ferhat Encu jî hebû.
Di lêgerînê da sê kamera ji malê derketin û polêsan dest da ser. Xêncî kamerayan depançeyeke bêruhsat jî hat bidestxistin.
Hat gotin ku mal ya karsazekî ye.
Çar kes hatin binçavkirin.