24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
Li Edeneyê ji bo şikbarê ku tê îdiakirin li ser medyaya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye heta 5 salan cezayê hepsê hat xwestin.
Lêpirsîna der heqê E.Çyê şikbar yê ku tê îdiakirin li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kiriye û hin tişt parvekirine hat temamkirin.
Îdianameya ku bi destê dozgerê sûcên "Propagandaya rêxistina terorê" hatibû amadekirin ji aliyê Mehkemeya Cezayê Giran a 11emîn a Edeneyê va hat qebûlkirin.
Di îdianameyê da hat gotin ku şikbar E.Ç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî progagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye û çalakiyên wan meşrû nîşan dane.
Şikbar E.Ç di parastina xwe da sûc red kirin û beraeta xwe xwest.
Dozger ji ber ku şikbar were cezakirin heta 5 salan cezayê hepsê xwest.
Darizandina şikbaran wê di demeke kin da dest pê bike.