Türkan Tosun
24 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
Li Şemdînliya navçeya Şirnexê di malekê da şewat derket, mal tevahî şewitî.
Li taxa Modayê di mala Kemal Sever da ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Sever jina xwe û 2 zarokê xwe ji malê derxistin.
Tîmên agirvemirandinê hatin cihê bûyerê û bi alîkariya welatiyan şewat vemirandin, lê mal bi tevahî şewitî.
Ji bo tevdîrê Sever, jin û zarokên wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemdînliyê.
Hat ragihandin rewşa wan baş e.