Mesut Varol,Özkan Bilgin
08 Adar 2023•Rojanekirin: 09 Adar 2023
Pireya Nîssîbiyê ya ku herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê digîhîne hev, di erdhejên navend Meraş bûn da zirar nedît.
Dema av di Bendava Ataturkê da kom bû û pireya navbera Adiyeman, Şanliurfa, Sîwereg û Diyarbekirê di bin avê da ma. Paşê pireyeke nû ya bi navê Pireya Nîssîbiyê hat çêkirin.
Pireya ku ji hêla Midûriya Giştî ya Rêbejayan ya Wezareya Gihandin û Binesaziyê va hat çêkirin ji sala 2015yan vir va xizmetê dide.
Dirêjahiya pireyê 620 mêtro, berahiya wê 400 mêtro ye û piştî pireyên Bogazîçî û Fatîh Sultan Mehmetê, ev pireya herî dirêj ya sêyemên a Tirkiyeyê ye.

Dema erdhej çêbûn ev pire ji bo ekîbên lêgerîn û xelaskirinê û wesayîtên alîkariyê bû pireyeke gelekî girîng ku alîkarî bigîhêje herêmê.
Ekîba AAyê dîmenên pireyê kişand û hat dîtin ku pireyê di erdhejê da tu zirar nedîtiye.
Şofêrê minîbusê Mahmut Yetîş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Pireya Nîssîbiyê ji bo herêmê gelekî girîng e.
Yetiş diyar kir, ew kêfxweş in ku di erdhejan da tiştek bi pireyê nehat û pire li ser piyan ma û wiha dewam kir:
"Hemû alîkariyên ku ji herêma Rojhilatê hatin, ji vê guzergehê ra derbas bûn. Em li ser navê welêt kêfxweş dibin. Alîkariyên ji vê guzergehê ra çûn, gihîştin Adiyemanê. Di vê erdhejê da hat selimandin ku pir çiqas girîng e."

Yavuz Karakaşê pire emiland jî diyar kir ku ew gelek carî pireyê diemilînin û wiha dewam kir, "Di vê pêvajoyê da pire bi kêr hat. Ku ev pire nebûna dê pir zehmet bûya ku alîkarî bigihîjin bajêr. Deriyê me yê rojhilat e. Pira Tengavê ya me ye."
Ajokar Hakan Rifatoglu jî wiha axivî, "Dema em ji Diyarbekirê tên Adiyemanê, em vê pireyê diemilînin. Bi salan e ez vê guzergehê diemilînim. Di erdhejan da herî zêde ev guzergeh hat emilandin. Çûnûhatin pir zêde bû, lewma xesarnedîtina wê herkes kêfxweş kir."