Sebahatdin Zeyrek,Mahmut Serdar Alakuş
08 Adar 2023•Rojanekirin: 10 Adar 2023
Piştî erdhejan jinên ku bi malbatên xwe ra di konbajaran da dimînin, ji aliyekê va zarokên mexdûrên erdhejê ra mijûl in ji aliyekê va jî têdikoşin ku seba malbata xwe jiyaneke nû ava bikin.
Gelek jinên ku bûn mexdûrê erdhejên Bazarcix û Elbistana navçeyên Kahramanmaraşê, 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di konan da derbas dikin.
Jinên ku li Îskenderunê taxa Muradiyeyê di konbajarê da dimînin, hewl didin ku hedê her cure zor û zehmetiyan bêne der.
Jinên ku di konan da xurekê çêdikin û firaqan dişûn, bi zarokên xwe yên ku travmaya erdhejê dîtin ra jî eleqedar in.

Jin car caran li hev dicivin û ji hev ra qala derd û kulên xwe dikin.
Ji jinan Hatîce Gula 55 salî ji nûçegihanê AAyê ra got ku mêrê wê 20 sal berê wefat kiriye, ew hem ji 3 zarokên xwe ra dêtiyê dike hem bavtiyê dike.
Hatîce Gulê diyar kir ku heya îro Roja Jinan ya Cîhanê ya 8ê Adarê pîroz nekiriye û wiha got, "Min di heyata xwe da roja jinan pîroz nekiriye. Kesî pîroz nekir û behs jî nekirin. Ez 55 salî me. Şikir ji Xwedê ra zarok û neviyên min dijîn. Min dît ku neviyên min li heyatê ne. Ev besî min e. Tiştekî min tunebe jî dibe."

Zuhre Tomaka 3 zarokên wê hene diyar kir şikir birîndar nebûne û got ku ji bo em hê jî dijîn ez şikir dikim.
Cemîle Mansurogluyê jî destnîşan kir di serê da tengasî kişandine û got ku piştî em derbasî çadirê bûn hemû lazmatiyên me hatin çareserkirin û em kêfxweş bûn.
Ji jinên erdhejzede Hacer Derttaşa 27 salî ya Sûriyeyî destnîşan kir li çadirê bi xwe ra girtiye û li nexweşxaneyê welidiye û Xwedê kurek daye wê.