İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
21 Sibat 2024•Rojanekirin: 22 Sibat 2024
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê wek berpirsyar dibînin, li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe didomînin.
Bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe malbat her çarşem li pêşiya Serokatiya Bajarê Mûşê ya HDPyê dicivin.
Malbatan bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Bav Halît Altun anî ziman ku ew bi salan e li benda rêya zarokên xwe ne û bi hêviya ku ew bigihêjin hev dijîn.
Altun anî ziman ku heta ew bigihêjin zarokên xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: "Em dev ji şopa wan bernadin. Ji bilî zarokên xwe em tiştekî naxwazin. We çima ew birin? Hûn guh nadin axaftinên me, lê gotinên me ne beredayî ne. Êdî bes e em vê êşê dikşînin. Xwedê hesabê vê yekê bila ji we bipirse."
Dayik Naciye Sonmez Yildizê jî diyar kir ku ew ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye û wiha got: "Xwedê heqê me ji wan ra nehêle. Bila zarokên me berdin, em perîşan bûne. Mêjiyê wî şuştin û birin. Zarokê min ne bê xwedî ye. Kî zarokê min xapandibe Xwedê ji wî razî nebe."