09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Wezareta Karên Navxweyî: "Di operasyonên ji bona zivistanê bi cî nebin dijî rêxistina terorê hatin kirin da 109 terorîst hatin berterefkirin."
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ji bona zivistanê bi cî nebin dijî rêxistina terorê li zozanên li Herekola Sêrtê, Ortaçanaka Bîngolê, Feraşîn û Bestler Derelera Şirnexê, Goreseya Diyarbekirê, Çemê Kutuyê yê li Tunceliyê, Ortayola Wanê, Sehiya Bidlîsê, Amanosa Hatayê, Şêna li Mûşê û li zozanên li Trabzon, GÎresun û Gumuşxaneyê operasyon hatin kirin.
Hat destnîşankirin di operasyonên ji bona zivistanê bi cî nebin dijî rêxistina terorê hatin kirin da 109 terorîst hatin berterefkirin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 8 çekên lûledirêj, 149 bombeyên destan, 8 hezar û 244 gule, 26 hezar û 124 kîlogram teqemenî, 9 rokêtavêj û 229 cebilxaneya rokêtavêjê û gelek amûr û melzeme qefaltin.