09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Eskerên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku li Sûriyeyê ji şervanên mixalif pêk tê, duh bi şev hatin Akçakaleyê û îro li ser sînor çavdêrî kirin.
Hêzên ANS, ji bo ku piştgiriyê bidin operasyona muhtemel a ku Artêşa Tirkiyeyê wê li rojhilata Çemê Feratê bike, duh bi şev hatin Şanliurfayê û îro bi eskerên Artêşa Tirk ra li ser sînorê Sûriyeyê çavdêriya Til Ebyadê kirin.
Ûnsûrên eskerî li hin cihan sekinîn û agahî hildan û paşê tevî yekîneya Artêşa Tirkiyeyê ya li ser sînor bûn.