03 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Nîsan 2016
WELLINGTON
Li Vanuatuya ku li herêma Asya Pasîfîkê welatekî giravan e bi lerza 6,9ê erdhejek çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) lerza erdheja ku 35 kîlomêtro di binê erdê da çêbû wekî 6,9 ragihand.
USGSyê daxuyand ku navenda erdhejê 81 kîlomêtro li bakurê bajarokê Port Lory ye ku hezar û 300 nifûsê wê heye.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê ragihand li qeraxên ku qedera 300 kîlomêtro li derûdora navenda erdhejê ne, rîskeke hindik a tsunamiyê heye.