Fatih Gazioğlu
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
WELLINGTON
Li Okyanusa Pasîfîkê nêzî Kaledonyaya nû bi mezinahiya 7,5an erdhejek çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolîna Jeolojiyê ya Amerîkayê navenda erdhejê 168 kîlometre dûrî Tadîneya bajarê Kaledonyaya nû ye û erdhej 10 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê da.
Kaledonyaya Nû li Pasîfîkê li ser herêma xeta erdhejê dimîne.