03 Nîsan 2016•Rojanekirin: 04 Nîsan 2016
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku li Mêrdîn, Şirnex û Hekariyê duh bi giştî di operasyonên ku li hember rêxistina terorê hatin kirin de 27 terorîst hatin kuştin.
Li ser malpera înternetê ya Sererkaniyê de der barê bûyerên girîng ên navxweyî de agahî hatin dayîn. Li gor vê li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyonan de 6 terorîst hatin kuştin. Bi vî awayî hejmara terorîstên ku di operasyonan de hatin kuştin gihîşte 156an.
Di operasyonê de keleşeke piyade, bêtêlek û 5 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, hatin bidestxistin. Hejmara teqemeniyên ku hatine îmhekirin, gihîşte 325an.
Li Şirnexê jî 4 terorîst hatin kuştin, hejmara terorîstên ku di operasyonan de hatin kuştin gihîşte 140î. Di operasyonê de demançeyek, 21 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, hatin îmhekirin. Hejmara teqemeniyên ku hatine îmhekirin, gihîşte 318an.
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê jî 17 terorîst hatin kuştin. Hejmara terorîstên ku di operasyonan de hatin kuştin gihîşte 130yî. Di operasyonê de 3 keleş, 36 şarjor û 2 hezar û 57 fîşeng, 10 muhîmatên R/Ayê, 14 bombeyên destan, 58 fîşengên tivinga bimakîne ya bîksî û bêtêlek hat bidestxistin. Ji bilî vê 36 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, hatin bidestxistin. Hejmara teqemeniyên ku hatine îmhekirin, gihîşte 170ê.
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê jî 92 muhîmatê roketavêjan, 5 hezar û 500 fîşengên Dragunovê û 137 bombeyên destan hatin bidestxistin.
Li Tunceliyê di operasyonê de 140 kîlo amonyum nîtrat, 10 tup, 700 mêtro qablo, tivingeke nêçîrê, 17 fîşeng hatin bidestxistin. Li Mûşê jî di sitargehê de 15 tup û 3 aku û hin alavên din hatin bidestxistin.
Ji hêla din ve li Oguzeliya navçeya Gazîentabê jê 8 zarok 12 endamên rêxistina terorê DAEŞê yên ku hewl didan ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin hatin binçavkirin. Li ser van kesan demançeyek, şarjora vê demançeyê, 6 fîşeng û 30 keleş hatin girtin.