Li Endonezyayê ji ber afatan 4 hezar û 211 kes mirin
Sutopo Purwo Nugrohoyê Berdevkê Rêveberiya Ajansa Afatê ya Neteweyî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li welêt 2 hezar û 374 afat qewimîn, di van afatan da 4 hezar û 211 kes mirin
Jakarta Raya
CAKARTA
Hat ragihandin ku li Endonezyayê ji ber afatan 4 hezar û 211 kes mirin.
Sutopo Purwo Nugrohoyê Berdevkê Rêveberiya Ajansa Afatê ya Neteweyî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di navbera 1ê rêbendanê û 10ê berfanbarê da li tevahiya welêt 2 hezar û 374 afat qewimîn, di van afatan da 4 hezar û 211 kes mirin.
Nugroho diyar kir ku 6 hezar û 940 kes di afatan da birîndar bûn û kêm zêde 10 milyon kesî jî mecbûrî ciyê xwe guherand.
Li Kendava Paluyê ya li Girava Sulawesiyê ya Endonezyayê di 28ê îlonê da erd bi lerza 7,5an hejiyabû û tsunamî rabibû, hatibû ragihandin ku ji 2 hezarî zêdetir kes miribûn û hezar û 500 kes jî winda bibûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.