Haydar Şahin
06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
PALU
Ehmed Hemîmê berpirsyarê Hîdayetullaha Ekîba Lêgerîn û Xilaskirinê diyar kir ku li herêmê cesedê kesên di tsunamiya piştî erdhejê da mirin êdî derdikevin peravê.
Ehmed Hemîmê berpirsyarê ekîba lêgerîn û xilaskirinê ya Paluyê ya cimaeta Hîdayetullahê ya ku li Cakartayê xebatên xwe didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên enqazê didomînin.
Ehmed destnîşan kir ku piştî erdheja înê roja yekşemê gihîştin herêmê demildest dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin, cesedê kesên bi tsunamiyê ra kişiyabûn behrê êdî derdikevin peravê, piraniya cesedan werimîne û rûyê hin kesan qet nayê naskirin.
Ehmed diyar kir ku piraniya ekîba wan bi dildarî dixebitin û wiha axivî: "Em di rewşên acil da li seranserê welêt xebatan dimeşînin. Piraniya ekîba me ji kesên di lêgerîn û xilaskirinê da bûne pispor pêk tê."
Ehmed got ku hetanî nika 11 cesed ji peravê rakirin, di xebatên 7 roj e dewam dikin da ji 100î zêdetir cesed rakirin, hetanî nika ji binê enqazê kesekî sax dernexistin.
Li Palu û Donggalaya herêmên erdhejê Saziya Lêgerîn û Xilaskirinê ya Neteweyî (BASARNAS), ekîbên herêmî, yên biyanî, yên cimaetan û yên welayên din xebatên lêgerîn û xilaskirinê dimeşînin.
Meqamên femî dibêjin ku li herêmê hê ji 1000î zêdetir kes windabûyî ne, bi taybetî li Petobo û Balaroaya ser Paluyê 3 hezar xanî hilweşiyan, ji ber ku piraniya kesên winda bûn li vê herêmê bûn giraniya xebatan dan ser van herêman.