Fatih Gazioğlu
06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2018
RIYAD
Mîrzayê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman got ku Erebistana Siûdî 30 sal beriya Amerîkayê hatiye avakirin û ew ji bo ewlehiya dewleta xwe tu berdêlê nadin.
Welîehd Mihemed bîn Selman daxuyanî da têlevîzyona Bloombergê û axaftinên Trumpê Serokê Amerîkayê yên der barê Erebistana Siûdî da nirxand.
Selman wiha axivî: "Erebistana Siûdî ji sala 1744an vir va dewlet e. Ez bibêjim em 30 sal beriya Amerîkayê hebûn. Erebistana Siûdî ji bo ewlehiya xwe tu berdêlê nade Amerîkayê. Çekên me ji Amerîkayê kirîbûn bêpere nînin. Hemû pereyê wan çekan me dane."
- "Ez ji xebata bi Trump re hez dikim"
Mihemed bîn Selman got ku di navbera welatên dost de tiştên wiha dibe çêbibin û ev jî normal e û wiha axivî: "Daxuyaniya Trump axaftinek baş nebû lê dostên me dikarin hin caran tiştên baş yan jî yên xirab bibêjin. Ez ji xebata bi Trump re hez dikim. Têkiliyên me yên bi Amerîkayê ji sedî 99 baş in. Tenê ji sedî 1ê bi mijareke nebaş hat rojevê."