30 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2016
ROMA
Li navîna Îtalyayê bi şîdeta 6,5an erdhej çêbû.
Li gor daneyên Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojiyê ya Neteweyî ya Îtalyayê, pêşiyê ragihand ku bi şîdeta 6,1ê erdhej çêbû û paşê serast kir û kir 6,5. Hat gotin ku navenda erdhejê bajarê Norcîayê ye û 10 kîlomêtre di bin erdê da di saeta 07.40î da (Bi saeta Tirkiyê 09.40) çêbû. Erdhej li paytext Roma, Floransa û gelek derên din hat hîskirin. Li Romayê piştî erdhejê gelek kes derket derva.
Li herêmê erdhejên piçûk dewam dikin.
Li gor nûçeya Îtalyan Rainews24ê, Serokwezîr Matteo Renzî piştî erdhejê bi Serokê Parastina Sivîl Fabrîzîo Curcîo ra hevdîtin kir.
Ji aliyekî din va Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê daxuyand ku şîdeta erdhejê 6,6 e.