Li Balikesîrê bi mezinahiya 4,9an erd hejiya

Balikesir
Li Sindirgiya navçeya Balikesîrê di saet 00.05an da bi mezinahiya 4,9an erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD), li navçeya Sindirgiyê bi mezinahiya 4,9an erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 7 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Waliyê Balikesîrê Îsmaîl Ustaoglu li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ku navenda wê li Amerîkayê ye, diyar kir, piştî erdhejê AFAD û saziyên têkildar bi hemû ekîbên xwe va li qadê dest bi kontrolan kir û wiha dewam kir, "Xebat dewam dikin. Vêga rewşeke neyênî tuneye. Êxbareke neyênî nehatiye ber destê Navenda me ya Hewar û Gaziyan a 112ê. Xwedê welatê me û miletê me ji afatan biparêze."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.