29 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
BEXDA
Li parêzgeha Selahedîna Iraqê helîkoptereke ser bi artêşê kete xwarê.
Li gorî çavkaniyeke nêzîkî Wezareta Berevaniya Iraqê, helîkoptera artêşê li bajarê Semerraya girêdayî parêzgeha Selahedînê, bi sedema erîzeyeke teknîkîkî, di dema keşfê da, kete çemê dijleyê.
Hat ragihandin ku hêjta negîhîştine kesên nava helîkopterê û xebat didomin.
Parêzgeha Selahedînê dikeve başûrê rojhilatê Mûsilê û rojhilatê parêzgeha Kerkûkê ku têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê di wan da didome.