28 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
CENEVRE
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku DEAŞê qederê 8 hezar malbatan revandiye û di operasyona Mûsila Iraqê da wek mertalê zindî diemîline.
Li Ofîsa Cenewreyê ya NYê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û Ravîna Shamdasaniya Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê wiha got: "DEAŞ bi deh hezaran malbatên li derveyî Mûsilê bi zorê li nav Mûsila Iraqê bi cî dike."
Shamdasaniyê diyar kir ku rêxistina terorê roja çarşemê 232 kesên ku serî li hember rêxistinê rakirine kuştiye û got ku sivîlan jî bi zôrê li nav Mûsilê bi cî dike.
Shamdasaniyê destnîşan kir ku DEAŞê ji herêma Shurayê herî kêm 5 hezar û 370 malbatan û ji herêma Nemrudê 2 hezar 210 malbatan ên ji derdora Mûsilê qederê 8 hezar malbatan li Mûsilê wek mertalê zindî diemilîne.