27 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku di peymana ku bi hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên koalîsyona navneteweyî re hat kirin de piraniya herêmên ku ji bo pêşketina hêzên pêşmergeyan hatin tespîtkirin xistin bin kontrolê û peywir bi serkeftî hat bicîanîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji ser malpera serokwezîrtiyê ya HKIyê hat dayîn de hat diyarkirin ku Lijneya Wezîran di bin serokatiya Barzanî de civiya.
Di daxuyaniyê de cî dan axaftinên Barzanî yên di civînê de, li gor vê Barzanî wiha axivî: "Di peymana ku bi hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên koalîsyona navneteweyî re hat kirin de piraniya herêmên ku ji bo pêşketina hêzên pêşmergeyan hatin tespîtkirin xistin bin kontrolê û peywir bi serkeftî hat bicîanîn."
Barzanî diyar kir ku HKI tam girêdayî peymana ku bi Bexda û hêzên koalîsyona navneteweyî re hat kirin ma û nirxandina "Hikûmeta HKIyê di mijara Mûsila piştî DEAŞê de bi fikar e. Hikûmet wisa difikire ku divê ji bo Mûsila piştî DEAŞê peymaneke siyasî bê kirin."