24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ROMA
Li Îtalyayê di herêmên nava welêt da erdhejeka bi lerza 6,2an qewimî. Hat ragihandin ku ji ber erdhejê herî kêm 6 kes mirin.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) daxuyand ku erdhej li dereke ku 76 kîlometre li aliyê başûrê rojhilatê bajarê Perugîayê dikeve çêbû. Hat gotin ku ev erdhej 10 kîlomêtro di bin erdê de çêbû.
Rayedarên îtalyayî diyar kirin ku herî kêm 6 kes di erhejê da mirin.
Hat ragihandin ku ji ber erdhejê hin avahiyan jî zirar dît.