LONDON - ANALÎZ
Li paytextên welatên Ewropayê êrîş, çalakî û protestoyên ku endamên PKKya rêxistina terorê dikin zêde bûn û wisa xuya dike ku rayedar li hemberî van kirinan bêdeng dimînin û tewdîrên hewce dikin hilnadin.
Bi taybetî jî endamên PKKê yên li ewropayê ne piştî bûyerên Kobanê yên ku di sala 2014an de qewimîn êrîşên xwe yên li ser welatiyên Tirkiyeyê, rêxistinên civakî yên sivîl û mizgeftan zêde kirin. Hin caran rayedarên ewropayî li hemberî van kirinên PKKê deng nakin û bi tolerans tevdigerin.
Meha borî li Îngiltereyê alîgirên PKKê navenda giştî ya Partiya Muhafazakar a ku desthilatdarî di dest de ye dagir kiribûn û polêsan tu mudaxale nebiribû ser wan, li Almanyayê jî meha borî alîgirên rêxistinê êrîşî welatiyekî Tirkiyeyê kirin û polêsan jî ev bûyer temaşe kir.
Di hilbijartina 1ê sermawezê de alîgirên PKKê li Brukselê êrîşî ser welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji bo ray dayînê li wê derê bûn lê ji ber êrîşê tu kes nehat binçavkirin, li Marîgnaneya bajarê Fransayê jî li ser mizgeftekê êrîş hat kirin û polêsên Fransayê ji bo vê bûyerê jî tu kesî binçav nekir.
- Îngiltere
Îngiltereyê di sala 2001î de PKKyê hilda nav rêxistinên terorê û navên wê yên din jî di sala 2006an de tevlî lîsteya xwe kir. TAK jî ji sala 2006an vir ve di nav lîsteya ku Îngiltere wan rêxistinên terorê dihesibîne de ye.
Alîgirên PKKê di 6ê cotmeha 2014an de şer û pevçûnên ku li Kobanêyê diqewimîn ji xwe re kirin hincet û îstasyona metroyê ya Oxford Cîrcûsê ya li Londonê ku zef qelebalixe civiyan û posterên Abdullah Ocalan hêjandin, bi sloganan pesnê YPGya çekdarên PYDya baskê PKKê ye dan. Polêsên Îngiltereyê wê demê ji ber çalakiyê tu kesî binçav nekiribû.
Lê di 13ê cotmehê de dîsa bi hinceta Kobanê ve hin alîgirên PKKê li ber Parlementoya Îngiltereyê bi polêsan re şer kirin û ji wan hin kes hatin binçavkirin.
Dadgeha Îngiltereyê 21 meh cezayê hepsê da Şîlan Ozçelîk a ku ji bo tevlî PKKya rêxistina terorê bibe welat terikandibû. Di dema bûyerên Kobanê de Ozçelîkê peyama bi vîdeoya bi qasî 25 deqîqeyan û nameyek ji malbata xwe re hiştibû û di 16ê rêbendana 2016an de dema ku vegeriya li Londonê hatibû binçavkirin.
- Meqamên Îngiltereyê "li ber ketin"
Alîgirên PKKê îsal di 5ê rêbendanê de navenda giştî ya Partiya Muhafazakar a xwediyê desthilatdariyê ye dagir kirin û bi qasî 2 saetan ji wê derê derneketin û polêsan jî tu mudaxale nebir ser endamên rêxistinê.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di 18ê rêbendanê de dema li Londonê bû alîgirên PKKê û polês hatin hemberî hev. Davutoglu dema ku bi Serokwezîrê Îngiltereyê Davîd Cameron re li ofîsa serokwezîriyê ya Downîng Streetê hevdîtin dikir alîgirên rêxistinê jî li ber ofîsê kom bûbûn. Dema heyeta Tirkiyeyê ji ofîsê derket alîgirên rêxistinê xwestin ji polêsan derbas bibin û êrîşî ser konvoyê bikin. Di rageşiya ku qewimî de 3 çalakvan hatin binçavkirin û meqamên Îngiltereyê ji ber vê bûyerê ragihandin ku ew pir li berê ketine.
- Eleqeya xwe bi kesên li aliyê YPGyê ne nakin
Di 2 salên dawîn de di çapemeniya Îngiltereyê de pesnê welatiyên ku li eniyên YPGê şer dikin tê dayîn û di nûçeyan de wek "egît" qala milîtanên YPGê tê kirin û zarokên hêj teze aqilbalix bûne û di nav YPGê de ne jî tên nîşandan.
Welatiyekî Îngiltereyê yê bi navê Konstandînos Erîk Scûrfîeldê ku personelê Hêzên Taybet ê Îngiltereyê bû di meha adara par de li eniya YPGê ya Sûriyeyê şer dikir hat kuştin û di rojeva welêt de gelek cih girt.
Welatiyên Îngiltereyê yên ku tê gumankirin bi DAEŞa rêxistina terorê re têkiliya wan heye tên binçavkirin lê eleqeya xwe bi yên tê zanîn li eniyên YPGê şer kirine û zivirîne welêt nakin.
Hefteya borî ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin kampanyayeke ku 100 parlementerên Parlementoya Ewropayê jî îmzeya xwe avêtin binî dest pê kir.
- Almanya
Li Almanyaya ji welatên Ewropayê û PKK wek rêxistina terorê tê qebûl kirin jî wisa xuya dike ku çalakiyên tundiyê yên rêxistinê li welêt zêde dibe.
Dildarên PKKê li Almanyayê herî zêde êrîşî ser mizgeft û saziyên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyê dikin.
Di 7ê tebaxa meha par de cam û paceyên lokala Mizgefta Navendî ya li Kornwestheîma bajarê Baden-Wurttemberga eyaleta Almanyayê hatin şikênandin û li ser dîwarên mizgeftê sembolên rêxistinê hatibûn xêzkirin.
Li Kolnê jî di 16 sermawezê de li ser Mizgefta Porz Mewlana bi molotof kokteylê êrîş hatibû kirin û wêne û dîmenên êrîşê jî ji ser malpereke înternetê ya nêzî PKKê ye hat weşandin û hat gotin ku yên êrîş kirine dildarên PKKê ne.
- Fransa
Du hefte berê komek PKKyî li ber Serkonsolosiya Bordoyê ya Tirkiyê top bûn. Ji komê hin kes bi şaneşîna konsolxaneyê va hilpask bûn û flamaya rêxistina terorê pê va daliqand. Heftêya çûyî jî welatiyên tirk ên herêmê li ber konsolxaneyê li dijî terorê çalakî li dar xist.news_share_descriptionsubscription_contact
