İbrahim Atmaca
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
CAKARTA
Li Endonezyayê bi lerza 6,4an erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzikê ya Endonezyayê (BMKG) daxuyand ku li Bantena herêma Girava Cavayê bi lerza 6,4an erdhej çêbû.
BMKGê diyar kir ku erdhej 10 kîlomêtre di bin erdê da çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî diyar kir ku lerza erdhejê 6 e.
Hê nayê zanîn bê ka di erdhejê da tu kes mir an jî birîndar bû.