Önder Beyter
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da 13 pile li Qers û Agiriyê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, li piraniya herêmê tê pêşbînîkirin ku hewa wê gelekî ewrayî be, ji danê nîvro pê va li dewrûbera Erzirom û Erzinganê, ji danê êvarê pê va jî li piraniya herêmê dem demî şilope û berfê wê bibare.
Herwiha tê texmînkirin ku bi şev û ber destê sibê hişkiyê bikeve erdê, cemedê çêbe û cih cihan jî mij û bûsî wê bikeve.
Li herêmê germahiya bi şev li Tunceliyê 2, li Erzinganê 4, di bin sifirê da li Qers û Agiriyê 13, li Erdexanê 10 û li Erzirom û Îdirê jî 4 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku wê li Qersê sifir, li Erziromê 3, li Îdirê 8, li Erzinganê 10, di bin sifirê da li Erdexanê 5 û li Agiriyê jî 4 pile be.
Li nava bajaran qalindahiya berfê li Erzirom û Erdexanê 17, li Agiriyê 16, li Qersê jî 4 û herwiha li navendên kaşûnê jî li Palandokenê 66, li Cibiltepeyê 57 û li Erganê jî 54 santîmetro hat pîvan.
Rayedaran diyar kir ku li piraniya herêmê wê bi şev û ber destê sibê mij û hişkî çêbe û ji ber hindê jî divê berpirs û bi taybetî jî ajokar bitevdîr bin.
- Têkoşîna dijî berfê
Li Tunceliyê ji 16ê rêbendanê vir va berf dibare û ji ber hindê rêya hin gundan girtî ye. Ji bo vekirina rêyan ekîb bênavber xebatên xwe didomînin.
6 ekîbên girêdayî Midûriyeta Şaxa Rê û Veguhastinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyên 21 gundan xebatên xwe dewam dikin.
Ji ber berf û bagerê dîsa li Erzinganê jî rêya 4 gundên navçeya Çayirliyê, ya gundekî Otlukbeliyê, ya 2 gundên Refahiyeyê, ya 4 gundên Tercanê bi tevahî rêyên 11 gundan girtî ne.
6 ekîbên vekirina rê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Erzinganê jî ji bo vekirina rêyên gundan bênavber dixebitin.