Önder Beyter
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê pileya herî nizim a germahiya hewayê di bin sifirê da 19 pile li Qersê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, tê pêşbînîkirin ku li seranserê herêmê hewa wê sayî û kêmewrayî be.
Tê texmînkirin ku li herêmê germahiya hewayê wê li gorî pileyên asayî yên demsalê be û herwiha bi şev û ber destê sibê wê cemed û qeşa û cih cihan jî mij û bûsî çêbe.
Ji başûr û rojavayê başûrê herêmê jî bayekî nerm ku wê car caran hinekî bihêz be, rabe.
Pleya herî nizim a germahiyê li Qersê di bin sifirê da 19, li Erdexanê di bin sifirê da 17, li Erziromê di bin sifirê da 14, li Agiriyê di bin sifirê da 11, li Îdirê di bin sifirê da 6 û li Erzinganê jî di bin sifirê da 5 pile hat pîvan.
Nava rojê pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Îdirê 8, li Erzinganê 7, li Erziromê 0, li Agiriyê di bin sifirê da 3, li Qersê di bin sifirê da 2 û li Erdexanê jî di bin sifirê da pileyek be.