İbrahim Atmaca
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
KARS
Li Qersê lîstika cirîdê wek spora bav û kalan a "li ser pişta hespê lîstika şer" tê lîstin. Ji bo ku ev lîstik neyê jibîrkirin lîstikvan guh nadin sir û sermayê û hespên xwe dajon sehayê.
Cirîd bi sedsalan e li Asyaya Navîn û Anadoluyê tê lîstin. Ev lîstik li hin gundên Selîma navçeya Qersê di mehên zivistanê da bûye kêf û zewqa herî mezin a gundiyan.
Li Kekeça gundê navçeya Selîmê her çend germa hewayê di bin sifrê da 12 pile be jî cirîdvan serê sibê civiyan û li ser zeviyeke ku berf lê bariye cirîd leyîstin.
Tîmên cirîdê yên Kekeç,Başkoy û Hasbeyê nêzî 2 saetan cirîd leyîstin û berhev dan.
Digel ciwanan hin kal jî li hespan siwar bûn, li ser pişta hespan tûr avêtin û hesret û kesera dilê xwe ya cirîdê danîn, hin jinên ku ew temaşe dikirin jî piştî lîstikê cara ewil li hespan siwar bûn û kêfa wan hat.
Tahir Yildirimê 71 salî 40 sal berê ji gundê xwe yê Hasbeyê koçî Qibrisê kiribû. Yildirim jî ji ber eşqa cirîdê hate gundê xwe. Yildirim li hesp siwar bû û cirîd leyîst û heyfa çendîn salên ku ji cirîdê dûr mabû derxist.
Ji cirîdvanan Muhammet Ekinci jî wiha got: "Ji bo ku em spora bav û kalan nedin jibîrkirin û hînî ciwanan bikin, em guh nadin berf û sermayê. Hespên me hinekî xam in, divê baş werin perwerdekirin. Em bi heval û hogiran ra cirîdeke xweş dileyîzin."
Rukiye Gursoya ku ji bo temaşekirinê çû wê derê jî wiha axivî: "Ez cara ewil e ku cirîdê temaşe dikim. Tiştekî pir baş e ku ciwanên me vê werzişa bav û kalên xwe nadin jibîrkirin û dileyîzin. Ez spasdarê kedkarên vê çalakiyê me."
Buşra Bayama ku li hespê cirîdê siwar bû jî got ku wê lîstika cirîdê pir eciband, ew piştî lîstikê tamîş nebû û li hesp siwar bû.