İbrahim Atmaca
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê herî kêm di bin sifirê da bi 17 pileyî va li Qersê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa ewrsayî û dem bi dem wê pir ewrayî be.
Li gor texmînê germa hewayê li gor demsalê ye.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Qersê 17, li Erdexanê 15, li Erzirom, Agirî û Erzincanê 10, li Îdirê 5 pile hat pîvan.
Li gor texmînê germa hewayê ya herî zêde jî wê li Îdirê 9, li Erzincanê 8, li Erziromê 2, di bin sifirê da li Erdexanê 6, li Agiriyê 4 û li Qersê jî 3 pile be.
Dibe ku li herêmê qerm û qeşa çêbibe û cî bi cî jî mij û moran çêbe, divê welatî baldar bibin.